Ji bo qada ku Keştiya Lêkolîna Sîsmîk Oruç Reis dê lê xebatê pêk bîne, NAVTEX (agahdariya ji bo deryavanan) a nû ku dê heya 27ê cotmehê bidome hat ragihandin.
Li gorî agahdariyê, peywira keştiyê dê heya 27ê cotmehê bidome. Li gorî radihandina berîn, ev mawe dê di 22yê cotmehê da bi dawî bibûya.
Keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reis dê ligel keştiyên bi navê Ataman û Cengizhan li Behra Spî ya Rojhilat xebabên sîsmîk pêk bîne.
Keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reis, sînorên parzemînî û çavkaniyên xwezayî di serî da dikare her cure lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografîk û oşînografîk pêk bîne.
AA