Di ser derbeya postmodern a 28ê sibatê re 21 sal derbas bûn lê hêj bi sedan mexdûr di hepsan de ne. Mazlum-Der ji bo ku ev zilm biqede û mexdûr jinûve bên darizandin dîsa civîna çameniyê çêkir û got: “bila ev ya dawî be”
Ji ber derbeya 28ê Sibatê hêj nêzî 600 misilman di hepsan de girtî ne.
Komeleya Mafên Mirovan Mazlum-der, ji bo balê bikşîne ser vê rewşê û mexdûriyeta girtiyan biqede ji serê Salê vir ve, her meh civîna medyayê çêdike.
Serokê Mazlum-derê Ramazan Beyhan : Di 28ê sibatê cizaya heta hetayê hatibûn dayîn. Em efûya wan naxwazin. kesên mexdûr û malbatên wan jî efûyê naxwazin, em dibên bila jinûve bêne darizandin. Çimkî mehkemeyên wê dewrê li gor ideolojiyekê qerar dabûn.
Çend Saziyên sivîl û xizmên mexdûran jî beşdarî çalakiya li ber edliyeya çağlayanê bûn.
Ew dixwazin bila ev zilm biqede û bang li rayedaran dikin ku “bila ev ya dawî be.”
Serokê Mazlum-derê Ramazan Beyhan: Em bang li brêz serokkomar, meclis û wezareta edaletê dikin ku bila dest bavêjin vê meselê. Emê nekerixin, newestin û vê banga xwe her dubare bikin. Emê vê meseleyê her bînin rojevê heya ku ev şaşî bê sererastkirin.