"Me berhemeke din ya ku ji bo Îstanbulê abîdeya serfinaziyê ye ji welatê xwe ra çêkir"

Erdogan di merasima vekirina Nexweşxaneya Bajêr ya Başakşehir Çam û Sakurayê da axivî û ji bona beşdarî merasimê bû sipasiya Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe kir.

"Me berhemeke din ya ku ji bo Îstanbulê abîdeya serfinaziyê ye ji welatê xwe ra çêkir"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ne tenê ji hêla estetîkê va ji hêla binesaziya teknolojîk, muştemîlat, cî, derfet û taybetên din va me berhemeke din ku ji bona Îstanbulê abîdeya serfinaziyê ye ji welatê xwe ra çêkir."

Erdogan di merasima vekirina Nexweşxaneya Bajêr ya Başakşehir Çam û Sakurayê da axivî û ji bona beşdarî merasimê bû sipasiya Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe kir.

Serokomar Erdogan got ku em îro xeleke din li dostaniya Tirk û Japonan zêde dikin ku piralî û qedîm e.

Erdogan diyar kir Stenbol di heman demê da bûye navendeke tenduristiyê ya navneteweyî.

Serokomar Erdogan der barê Nexweşxaneyê Bajêr ya Başakşehir Çam û Sakurayê da wiha got: "Ne tenê ji hêla estetîkê va ji hêla binesaziya teknolojîk, muştemîlat, cî, derfet û taybetên din va me berhemeke din ku ji bona Îstanbulê abîdeya serfiraziyê ye ji welatê xwe ra çêkir."

Erdogan destnîşan kir di heyameke ku qîmeta xizmetên tenduristiyê baştir hat fehmkirin da ev der di warê turîzma tenduristiyê da wê bibe berhemeke marqe ya Tirkiyeyê.

Serokomar Erdogan der barê alîkariyên ku ji ber şewba Kovîd-19ê ji dewletan ra hatin şandin da got ku heta niha me berhemên xwe şandine 80yî zêdetir dewletan û em hê jî dişînin.

Erdogan destnîşan kir ji duh va li welêt jimara kesên bi Kovîd-19ê ketine yên rojane daxist binê hezarî û got ku wexta em gavên ji bona asayîbûnê diavêjin em tevdîran jî piştguh nakin.

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da got ku di heyameke ku pergalên tenduristiyê têk diçin û pergalên kamuyê xera dibin da Tirkiye û Japonya serkeftineke mînak nîşan didin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE