"Me bi gotinan va ev têgeh îstismar nekir"

"Hikûmetên ku ez serokê wan bûm, xizmeta herî mezin a Komara kirin. Me bi gotinan va ev têgeh îstismar nekir."

"Me bi gotinan va ev têgeh îstismar nekir"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çand û Kongreya Gel a Beştepeyê beşdarî merasima ji ber bîranîna 81emîn salvera mirina Xazî Mustafa Kemal Ataturk hat lidarxistin bû.

Erdogan di merasima ku ji hêla Saziya Bilind a Ataturk Çand, Ziman û Dîrokê va hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan silav da guhdarvanan û ji ber vê roja ku ew civiyane bûne sedem Xazî Mustafa Kemal Ataturk, xazî, şehîd û rêvalên wî bi spasdarî bi bîr anî.

Ji bo xwedîderketina Ataturk û Komarê Erdogan wiha axivî: "Yên ji bo bilindkirina Komarê hemû dîroka me tune hesab dikin li gor me ew kes in ku ji rabirdûya xwe şerm dikin. Kesên behsa xizmetên Xazî Mustafa Kemal dikin û kîndariya dîroka me ya beriya wî dikin, rûpûşiya Ataturk li rûyê xwe dikin û hewl didin dijminatiya xwe ya li hemberî vî gelî veşêrin. Peyva Komar û Ataturk ên ji devê van kesên ku ji bo pêşketin û mezinbûna Tirkiyeyê tiştekî biçûk jî nekirine derdikeve dereweke mezin e." 

Erdogan got ewê têkoşîna xwe ya li hemberî terorê û dagirkeriyê bidomînin û wiha pê da çû: "Çawa ku heta terorîstê dawîn neyê berterefkirin têkoşîna me ya dijî terorê dawî nebe, heta mêjiyê wî kesê dawîn ê dagirker yê dijminatiya dîrok û çanda me dike neyê ronîkirin ev têkoşîna me wê dawî nebe."

"Hikûmetên ku ez serokê wan bûm, xizmeta herî mezin a Komara me kirin"

Erdogan got bi tenê bilêvkirina navê Ataturk va mirov nikare mîrata wî xwedî derkeve û wiha axivî: "Îsal em gihîştin 96emîn salvegera Komara me. Hikûmetên ku ez serokê wan bûm, xizmeta herî mezin a Komara me kirin. Me bi gotinan va ev têgeh îstismar nekir, me bi xebatên xwe va hewl da em heqê vê tiştê bidin."

"Divê mirov hişkehişk xwedî lê derkeve"

Ji bo biçûkdîtina fikra Osmanîtiyê Erdogan wiha axivî: "Heqaret û biçûkdîtina li hemberî Osmaniyê ya ku wek siyaset tê meşandin an nezanî ye, an xeflet e, an jî niyeta nebaş e. Dema îro hûn ji kûrahiya Afrîkayê bigre heta sînorên Balkanan diçin erdnigariya Osmaniyan û li wir bi hezkirinê tên pêşwazîkirin ev tê wê meneyê ku mîrateke divê mirov hişkehişk xwedî lê derkeve li holê heye. Îdiaya dibêjin pîşesaziya çekan a Osmaniyan tunebû dereweke mezin e. Tu eleqeya wan a bi dîrokê û rabirdûyê ra tune."

Der barê firotina fabrîqeya tankên bipalet da jî Erdogan wiha axivî: "Fabrîqeya tankên bipalet a li Sakaryayê wê neyê firotin."

Erdogan behsa herêma ewle ya ku Artêşa Tirkiyeyê bi 3 herekatan va ava kir da jî wiha got: "365 hezar Sûriyeyî vegeriyan axa xwe, wan herêmên ku ji hêla me va hatin ewlekirin."AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE