"Me bi Tirkiyeyê ra li ser hûrgiliyan xeberda"

Pompeo di roja dawîn ziyareta xwe da daxuyanî da têlevizyona dewleta Misrê.

"Me bi Tirkiyeyê ra li ser hûrgiliyan xeberda"

Mîke Pompeoyê di çarçoveya tura Rojhilata Navîn da hat Misrê diyar kir ku bi Tirkiyeyê ra li ser karûbarên vekişîna ji Sûriyeyê axivîn.

Pompeo di roja dawîn ziyareta xwe da daxuyanî da têlevizyona dewleta Misrê.

Di daxuyaniya bi wergera erebî hat hat weşandin da Pompeo destnîşan kir ku pêncşema borî li ser têlefonê bi Mevlut Çavuşogluyê hemtayê xwe ra axivî.

Pompeo got ku bi Tirkiyeyê ra li ser hûrgiliyên pêkanîna vekişîna ji Sûriyeyê ya biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li hev kirin.

Pompeo got dema rêxistinên terorê hatin berterefkirin û ewlehî hat pêkanîn vekişîn hat rojevê û wiha pê da çû: "Me mueyîdeyên madî û siyasî danîn rêxistinên terorê. Em ê li Asya û Afrîkaya Başûr têkoşîna dijî DEAŞê bidomînin."

Pompe di mijara Îranê da jî got ji bo mueyîdeyên mezin bidin ser Îranê dixebitin.

Wezîr Pompeo wiha axivî: "Em di mijara têkoşîna dijî teorê da Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb (MYE), Erebistana Siûdî û Misrê di heman astê da dibînin. Hedefa ew e ku ne bi tenê li Rojahilata Navîn, li herêmên din jî tehdîda terorê kêm bikin."

- Tura Rojhilata Navîn a Pompeo

Mîke Pompeo roja sêşemê dest bi tura Rojhilata Navîn kir, paşê derbasî Iraqê bû. Di ziyareta ku qasî çend saetan dewam kir da Pompe bi Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdilmehdî û Serokê Meclisê Mihemed Halbûsî ra civiya, paşê jî derbasî Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê bû.

Pompe êvara roja çarşemê hat Misrê, bi Serokomar Ebdilfetah Sîsî û Wezîrê Karên Derva Samih Şukrî ra hat ba hev. Pompeo êvara roja înê derbasî MYEyê bû.

Tê payîn ku Pompeo paşê Urdin, Iraq, Misir, Behreyn, MYEyê piştî van jî Erebistana Siûdî, Qeter, Behreyn, Uman û Kuweytê ziyaret bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE