"Me biryar da ku nimêja terawîhê li malê bê kirin"

Erbaş li Salona Konferansê ya Mizgefta Kocatepeyê ya TDVyê beşdarî "Civîna Agahdarkirinê ya Meha Remezanê ya Sala 2021î" bû.

"Me biryar da ku nimêja terawîhê li malê bê kirin"

Serokê Karên Diyanetê û Serokê Heyeta Mutevellî yê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV) Alî Erbaş daxuyand di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da nimêja terawîhê wê di meha remezanê da ne li mizgeftan, li malê bê kirin.

Erbaş li Salona Konferansê ya Mizgefta Kocatepeyê ya TDVyê beşdarî "Civîna Agahdarkirinê ya Meha Remezanê ya Sala 2021î" bû.

Erbaş di civîna ku mijara wê ya sereke "Meha Şifayê Remezan" e da axivî.

Der barê nimêja terawihê da Erbaş wiha got: "Piştî şêwra me kir, me biryar da ku nimêja terawîhê ne li mizgeftên me, li malan bê kirin. Heke di vê pêvajoyê da di rewşa şewbê da guherînek çêbibe û nimêja terawîhê di mizgeftan da bikaribe bê kirin, em ê biryara wê jî bidin û bi gelê xwe ra parve bikin. Wek Lijneya Bilind a Karên Dînê jî eşkere kir dema meriv rojî be û aşî bibe tu qûsirek çênabe û ev rewş rojiyê xerab nake."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE