"Me di çandiniya gulberojakan da sezoneke bi ber û bereket derbas kir"

Li karxaneyê li ser kêmzêde 636 hezar dagar erdî bi wesayîtên teknolojîk va çandinî tê kirin, karxane tevkariyeke mezin hem dide aboriya welêt hem jî cotkaran

"Me di çandiniya gulberojakan da sezoneke bi ber û bereket derbas kir"

 Li Karxaneya Cotkariyê ya Ceylanpinarê ya Midûriyeta Giştî ya Karxaneyên Cotkariyê li 57 hezar û 963 dolim erdî dest bi qetandina gulberojkan kirin.

Li Karxaneya Cotkariyê ya Ceylanpinarê ya li dinyayê di nav karxaneyên bijarte da tê jimartin ji ceh hetanî genim, ji nîskan hetanî garisan, ji fistiqê Gaziantepê hetanî gulberojkan, ji fîk hetan îyulafê gelek nebat tên ajotin.

Li karxaneyê li ser kêmzêde 636 hezar dagar erdî bi wesayîtên teknolojîk va çandinî tê kirin, karxane tevkariyeke mezin hem dide aboriya welêt hem jî cotkaran.

Li qismeke erdê karxaneyê ji bo ber û bereketa erd kêm nebe li gor sîstema nobetê gulberojkan diajon.

Îsal li 57 hezar û 963 dagar erdî gulberojk hatin ajotin û nika dest bi qetandinê kirin.

"Em dixwazin tevkariyê bidin pişesaziya rûn"

Îdrîs Tanrikuluyê Alîkarê Midûrê Karxaneya Beyazkuleyê diyar kir ku di 9ê tebaxê da bi 25 makîneyan dest bi qetandina gulberojkan kirin.

Tanrikulu diyar kir ku ber û bereket zêde ye, li bendê ne ku serê dekarê 300 kîlo gulberojk kom bikin û wiha axivî: 

"Me di çandiniya gulberojakan da sezoneke bi ber û bereket derbas kir. Ya rastî me gulberojkan ji bo munawebeyê dajon. Em dixwazin ku coktarên me jî wekî me bikin. Em dixwazin tevkariyê bidin pişesaziya rûn. Me îsal 57 hezar û 963 dekar gulberojk ajotin. Hedefa me ew e ku salên pêşiya me zeviyên gulberojkan zêde bikin. "

Tanrikulu diyar kir ku qelîte îsal zêde ye, dendikên xwe li Borseya Bazirganiyê ya Şanliurfayê difroşin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE