"Me Fona Teknolojî û Înovasyonê û Fona Pêşketina Herêmî ava kir"

Varank li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Berhemên Çandiniyê ya Mêrsîn-Tersûsê di merasima xîmdanînê da axivî.

"Me Fona Teknolojî û Înovasyonê û Fona Pêşketina Herêmî ava kir"

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Di bin banê Fona Pêşketinê ya Tirkiyeyê da me Fona Teknolojî û Înovasyonê û Fona Pêşketina Herêmî ava kir. Bi saya vê em çavkaniyeke nû ku 750 milyon lire ye ji bona teknolojî, pîşesazî, nûbûn û înovasyonê û hemû Tirkiyeyê mobîlîze dikin."

Varank li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Berhemên Çandiniyê ya Mêrsîn-Tersûsê di merasima xîmdanînê da axivî.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank diyar kir di bin banê Fona Pêşketinê ya Tirkiyeyê da Fona Teknolojî û Înovasyonê û Fona Pêşketina Herêmî ava kirine û wiha got: "Bi saya vê em çavkaniyeke nû ku 750 milyon lire ye ji bona teknolojî, pîşesazî, nûbûn û înovasyonê û hemû Tirkiyeyê mobîlîze dikin."

Mustafa Varank der barê Otomobîla Tirkiyeyê da ku duh Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nasandina wê kir got ku îradeya siyasî û stratejiya ku me danî bi dînamîzma sektora taybet ra bû yek û me ev serkeftin bi dest xist.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank di axaftina xwe da got ku îro em bi pîşesaziya xwe, rêjeya xwe ya xwemalîbûnê, endazyarên ku derketine û berhemên xwe yên curbecur serfiraz in.AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE