"Me ji 138 dewletên dinyayê ra amûr û techîzatên tibî şand"

 Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em biryardar in ku Turkiyeyê li sê parzemînan bikin navenda tenduristiyê."

"Me ji 138 dewletên dinyayê ra amûr û techîzatên tibî şand"

 Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em biryardar in ku Turkiyeyê li sê parzemînan bikin navenda tenduristiyê."

Erdogan li Kartalê di Merasima Vekirinê ya Nexweşxaneya Bajêr ya Dr. Lutfî Kirdar da axivî.

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da got Kovîd-19a ku li seranserê dinyayê bû sedema mirina 550 hezar însanî cardin nîşanî me da ku tenduristî û binesaziya tenduristiyê çiqas muhim e.

Erdogan diyar kir bi saya tevdîrên hatin hildan û rêbazên hatin meşandin bûne yek ji wan dewletan ku di şewbê da rêjeya miriyan lê herî kêm e.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di vê pêvajoya zor û dijwar da ji bona her ferdê 83 milyon welatiyên xwe xizmeta herî baş ya tenduristiyê kirine.

Erdogan diyar kir biryardar in ku Turkiyeyê li sê parzemînan bikin navenda tenduristiyê û wiha axivî: "Têkoşîna me ya dijî vîrusa koronayê ku bû mînak di warê turîzma tenduristiyê da jî seba Turkiyeyê bû qada firsend û îmkanên nû."

Serokomar Erdogan destnîşan kir îro ji xeynî nexweşxaneyên wan ji Brezîlyayê bigire heya Somaliyê li gelek parzemînan cîhazên bêhnhildanê yên ku malê Tirkan e tên emilandin û wiha dewam kir: "Bêyî ku li dîn, nijad û ziman binihêrin û cudahiya herêmê bikin me ji 138 dewletên dinyayê ra amûr û techîzatên tibî şand."

Serokomar Erdogan di berdewamiyê da wiha got: "Ez ji dil dibêjim nexweşxaneyên me yên bajêr li Ewropayê yekemîn in. Li dinyayê jî tên zanîn."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE