"Me ji serê ser da ev pêvajo bi eşkereyî meşandiye"

Wezareta Karên Derva ji bona S-400an bersiv da Amerîkayê

"Me ji serê ser da ev pêvajo bi eşkereyî meşandiye"

 Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy ji bona daxuyaniya Morgan Ortagusa Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya der barê hildana S-400an da wiha got: "Em ji Amerîkayê dixwazin ku ji gavên xelet yên dijî diplomasî û diyalogê ku zirarê didin têkiliyan dûr bisekine."

Aksoy li ser pirsa  daxuyaniya Morgan Ortagusa Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya der barê hildana S-400an da wiha got: "Daxuyanî bi naveroka hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump ya di Civîna G20an da li hev nake."

Hamî Aksoy diyar kir şert û mercên ku Tirkiyeyê sewqî peydakirina S-400an kirine li holê ne û got ku Trump jî di Civîna G20an da vê piştrast kir û bi eşkereyî got ku li Tirkiyeyê miameleyeke adil nehatiye kirin.

Aksoy di berdewamiyê da wiha got: "Me ji serê ser da ev pêvajo bi eşkereyî meşandiye. Ji bona fikarên Amerîkayê ku pergala S-400an wê zirarê bide pergala F-35an ji holê rabin me pêşniyaz kir ku komeke xebatê ya teknikî ku NATO jî di nav da be bê avakirin, lê bersivê nedan pêşniyaza me. Em ji Amerîkayê dixwazin ku ji gavên xelet yên dijî diplomasî û diyalogê ku zirarê didin têkiliyan dûr bisekine."

Ortagusê destnîşan kiribû ku di meseleya kirîna pergala S-400an ya Tirkiyeyê da helwesta Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê neguheriye.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE