"Me kesên hewl dan bêaqûbetiyê bikin nava gelê me daîm bêhêvî kir"

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got em bi hev ra kesên ku wezîfedarkirineke jirêzê ji bona zanîngehên me tevlihev bikin diemilînin, dişopînin.

"Me kesên hewl dan bêaqûbetiyê bikin nava gelê me daîm bêhêvî kir"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Şikir me heta îro kesên ku hewl dan bêaqûbetiyê bikin nava gelê me û bi hingafiyên marjînal û hesabên siyasî yên bi kêr nayên êrîşî yekîtî û xwîşk û biratiya me kirin daîm bêhêvî kir."

Erdogan ji Qesra Vehdedîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirinê ya Rêyên Gehînekê û Pireya Devegeçîdiyê ya Rêya Diyarbekir-Erxenî- Elezîzê bû.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got em bi hev ra kesên ku wezîfedarkirineke jirêzê ji bona zanîngehên me tevlihev bikin diemilînin, dişopînin.

Erdogan der barê bûyerên li Zanîngeha Bogazîçiyê da got ji nêz va yan jî dûr va tu eleqeke van çalakiyan bi azadiya raman, fikir, demokrasî û heq û hiqûqê ra tuneye ku kesên têkiliya wan bi rêxistinên terorê ra hene xwe dane pêş.

Serokomar Erdogan diyar kir gelek bûyerên ku di demên dawîn da li Ewropa û Amerîkayê derketin careke din durûtiya dijî welatê wan eşkere kirin û wiha axivî, "Kesên ku Türkiyeyê ji hêla astengkirina demokrasî, heq û azadiyan va sûcdar dikirin em dibînin ku gava bi gef û talûkeyê ra rû bi man tevdîrên herî giran dan sepandin ku em şaş û metel man."

Erdogan destnîşan kir kesên ku li hember hewldanên wan yên ku dixwazin medyaya civakî li ser bingeke hiqûqî rûne derketin niha jî astengkirinên herî kevneperest dikin û wiha got, "Dev ji terorê berde, ew kesên li hember îmaya terorê jî tehemûleke biçûk nîşan nadin bi salan hewl dan ku têkoşîna me ya dijî rêxistinên terorê asteng bikin."

Serokomar Erdogan got ku şikir me heta îro kesên ku hewl dan bêaqûbetiyê bikin nava gelê me û bi hingafiyên marjînal û hesabên siyasî yên bi kêr nayên êrîşî yekîtî û xwîşk û biratiya me kirin daîm bêhêvî kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE