Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank bi rêya vîdeo konferansê beşdarî "Civîna Nirxandina Mehane ya Aşî û Dermanên Kovîd-19ê" bû û axivî.
Varank got wan cîhazên bêhnstendinê şandiye Brezîlyayê û wiha agahî da: "Me ji 1500î zêdetir cîhazên bêhnstendinê yên lênêrîna awarte teslîmî Brezîlyayê kir. Bi vî awayî me qasî 2 hezaran cîhaz şand dervayî welêt."
Wezîr Varank xebatên Tirkiyeyê yên li ser aşî û dermanan pesinand û wiha axivî: "Tirkiye ne welatekî wisa ye ku kesî dişopîne, ew bi tevgerên pêşvabirina aşî û dermanan va welatekî ku tê şopandin e."
Ji bo xebatên derman û aşiyê tên kirin Varank wiha got: "Ji bo madeyên du dermanên ku me berê îtxal dikir bi xwemalî bên çêkirin, rê û rêbaz hatin pêşvabirin.Şirketeke start-upê û TUBÎTAK MAM wê tiştekî ku tê da zêde antîkor heye û di tedawiya vîrusê da bê bikaranîn wê çêbikin."
AA