"Me qeyda dengan neda emerîkayê"

Çavuşoğlu: Derbarê Kaşikçi de di destê me de agahî û delîl hene

"Me qeyda dengan neda emerîkayê"

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu derbarê meseleya kaşikçi de diyar kir ku tu qeydiya dengan nedane emerîkayê. çavuşoğlu li arnawidê li ser windabûna kaşikçi de xeber da û got: di destê me de agahî û delîl hene, dema lêpirsîn biqede em ê bi awayekî zelal û eşkere bi hemû cihanê re par ve bikin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu :Ne rast e ku Tirkiye qeydên dengan ên derbarê Kaşikçi de dabe Pompeo an jî rayedarekî din ê Emerîkayê. Rast e li Tirkiyê winda bûye lêbelê piştî ku dikeve nava Konsûlxaneya Siûdî winda dibe. Derbarê windabûn û aqûbeta wî de helbet di destê me de hin agahî û delîl hene. Lêbelê dema lêpîrsîn biqede; em ê agahî û delîlên di destê xwe de bi hemû dinyayê re par ve bikin. Lewra hemû dinya aqûbeta Kaşikçi meraq dike.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE