"Me rêjeya zêdebûna mehaniya karmendan derxist ji sedî 30.5an"

 "Li gorî sererastkirina nû dê ti malnişînekî me êdî ji 2 hezar û 500 lîreyî kêmtir mehaneyê nestîne."

"Me rêjeya zêdebûna mehaniya karmendan derxist ji sedî 30.5an"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokomar Erdogan got, "Tevî parastina hejmara xebatkarann ji bo yên ku teahuda herî kêm bi qasî 12 mehan îstixdama ji bo mezûnên lîseya pîşeyî ya zanîngehan bidin, em 100 hezar lîre weke destekê didin."

Erdogan ji bo bernameya pişteka lezgîn a KOSGEBê got, "Armanca me em bi vê bernameyê 75 hezar gencên xwe yên mezûnên lîseyên pîşeyî û zanîngehan daxilî îstixdamê bikin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Di demeke kurt de 78 milyar lîre derbasî mewdueta lîreyê Tirkî bi kura parastî bû. Ev nîşaneya baweriya welatiyên me ye bi bernameya me ya aboriyê."

ji daxuyaniyên Serokomar Erdogan;

 "Em biryardarin ku di demeke kurt de wê enflasyona ku me daxistibû heta bi ji sedî 6an, daxînin reqemên yek malik."

"Emê mehaneyên milyonek û 266 hezar malnişînên xwe yên ku dahata wan a mehane ji 1500 lîreyî destpê dike, derxînin 2 hezar 500 lîreyî."

""Me rêjeya zêdebûna mehaniya karmendên derxist ji sedî 30.5an"

 "Li gorî sererastkirina nû dê ti malnişînekî me êdî ji 2 hezar û 500 lîreyî kêmtir mehaneyê nestîne."

"Emê pabendiya tedbîran bi awayekî zêdetir, perwerdeya rûbirû bidomînîn."

 "Ez dixwazim vê agahiyê jî bidim ku dê alîkariyên xelûzê, bi sersala nû re dê weke 'pişteka fatoreya xaza siruştî' jî were dayin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE