"Me xweziya kesên ku dixwestin Turkiye çok bide erdê careke din jî di ber wan da hişt"

Serokomar Erdogan got ku me xweziya kesên ku di encama her êrîşê da dixwestin Turkiye bikule û çok bide erdê careke din jî di ber wan da hişt.

"Me xweziya kesên ku dixwestin Turkiye çok bide erdê careke din jî di ber wan da hişt"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Me xweziya kesên ku di encama her êrîşê da dixwestin Turkiye bikule û çok bide erdê careke din jî di ber wan da hişt."

Erdogan bi vîdeo konferansê beşdarî Merasima Vekirina Rêya Hawirdorê ya Amasyayê bû.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Rêya Hawirdorê ya Amasyayê ku 11,3 kîlomêtro dirêj e di heman demê da mesafeya derbasbûnê ya di navbera bajaran da jî 2 kîlomêtro nêzîk dike.

Erdogan diyar kir li beja, behr, asîman û li her derê heq, hiqûq û menfeetên dewlet û gelê xwe û yên dostên xwe parastine.

Serokomar Erdogan got ku me xweziya kesên ku di encama her êrîşê da dixwestin Turkiye bikule û çok bide erdê careke din jî di ber wan da hişt.

Erdogan diyar kir vîzyona wan ya Turkiyeya hêzdar û mezin hêdî hêdî bi cî tê û encamên çalak derdikevin holê.

Serokomar Erdogan got ku çavê me di ax û çavkaniyên tebiî yên kesî tuneye, lê em nahêlin kes dest dirêjî menfeetên me jî bike.

Erdogan destnîşan kir bi rê û pireyên çêdikin, bi trênên rêwî û bar ku diçin her derê, bi tora xwe ya rêhewayê ku li welat û dinyayê belav dibe, bi peykên xwe û hemû projeyên xwe yên binesaziyê gav bi gav bi hedefên xwe va diçin.

Serokomar Erdogan got ku kesên bi dengekî bilind li hemberî gavên Turkiyeyê derdikevin, ji ber ku welatê me di her warî da hêzdar e nikarin li qadê hebûna xwe nîşan bidin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE