MEBê ji bo heyama normalîzebûna gavbigav biryara xwe ya perwerdeya rûbirû û dûr va eşkere kir

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, li tevahiya welêt di çarçoveya tevdîrên şewba Kovîd-19ê da biryarên ku wê di heyama normalîzebûna gavbigav da werin sepandin, hat eşkerekirin. 

MEBê ji bo heyama normalîzebûna gavbigav biryara xwe ya perwerdeya rûbirû û dûr va eşkere kir

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) diyar kir ku pêşdibistan, navendên perwerdeya taybet û kursên piştgirî û perwerdekirinê yên seba polên 8 û 12em wê ji 17ê gulanê pê va derbasî perwerdeya rûbirû bibin, di qedemeyên din da jî heta 1ê hezîranê roja sêşemê perwerdeya dûr va wê dewam bike.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, li tevahiya welêt di çarçoveya tevdîrên şewba Kovîd-19ê da biryarên ku wê di heyama normalîzebûna gavbigav da werin sepandin, hat eşkerekirin. 

Li gor vê pêşdibistan, navendên perwerdeya taybet û kursên piştgirî û perwerdekirinê yên seba polên 8 û 12em wê ji 17ê gulanê pê va derbasî perwerdeya rûbirû bibin.

Ji bilî pêşdibistanan li hemû saziyên perwerdeyê perwerdeya ji dûr va tê kirin wê heta 1ê Hezîrana 2021î dewam bike.

Ji 1ê hezîranê pê va biryara li ser domandina perwerdeya rûbirû, piştî nirxandina rewşê wê bi raya giştî ra were parvekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE