Meclis dê were agahdarkirin

Wezîrê Parastinê Akar wê 3yê Adarê roja Sêşemê agahiyan bide meclisê

Meclis dê were agahdarkirin

4 partiyên siyasî yên li meclisê êrîşa xayîn a li dijî eskerên Turkiyeyê, bi danezaneke hevpar şermezar kirin. di danezanê de gotin; “em heta dawî bi artêşa Turkiyeyê bawer in.” ligel vê wezîrê parastinê hulusî akar jî wê 3yê adarê, roja sêşemê agahiyan bide meclisê. serokê meclisê mistefa şentop piştevaniya meclisê wiha bi lêv kir; “dewletên mezin ne bi gotinan, ew ê bi bersiva ku li qadê didin di riya xwe de bimeşin.”

Di meseleya Îdlibê de li qadê rewş çi ye û têkîliyên dîplomasiyê di çi astê de ne, Meclis dê li ser wê biaxive.

Serok Erdoğan ji bo ku meclisê agahdar bike Wezîrê Parastinê Hulusî Akar wezîfedar kir.

Akar wê li Lijneya Giştî agahiyan bide parlamenteran.

Nûnerên partiyên siyasî hatin ba hev.

Ji bo sersaxiyê û ji bo ku helwesteke hevpar nîşan bidin danezaneke hevpar hazir kirin.

Serokwekîlên komên AK Partî, CHP, MHP û Îyî Partiyê danezan îmze kirin.

DANEZANA HEVPAR A 4 PARTIYAN

“Ji bo êrîşa li dijî eskerên me, her tim mafê me heye ku em bersivê bidin. Li herêmê xelk şerpeze ye. Ji bo ku pêşî li vê were girtin, em dixwazin li gorî hiqûqa navneteweyî çareseriyeke siyasî were dîtin. Artêşa Turkiyeyê ya qehreman her tim wezîfeya ku meclisê dayê bi awayekî serkeftî bi cih anî. Em pê bawer in ew ê ji vê şûn de jî wisa bike.”

Serokê Meclisê Mistefa Şentop jî axivî.

Şentop got; “Meclis li pişta artêşa me ye.”

Serokê Meclisê Mustafa Şentop: “Meclisa Turkiyeyê, her tim li pişt artêşa me ye. Em ê ji vê şûn de jî li pişta wê bisekinin. Turkiyeyê pirsgirêkên ji vê mezintir çareser kirin. Em ê bi awayekî serfiraz vê meseleyê jî çareser bikin.”

CHPê xwest ku Meclis bi awayekî derasayî bicive.

Lê li gorî qanûna hundirîn a meclisê bi tenê gava Meclis girtî be an jî di tatîlê de be, partî dikarin bangî Meclisê bikin.

Berdevkê CHP’ê Faik Öztrak: “Em hewl didin ku di nav yekîtî û bihevrebûnê de, vê pêvajoya zehmet derbas bikin. Di serî de vê yekê bêjim; Artêşa Turkiyeyê artêşa Meclisê ye. Li gorî makezagonê jî Serfermandar Meclis e û bi tu awayî nikarin vê wezîfeyê ji dest meclisê bigirin.”

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE