"Meclisa Nûneran ya Îtalyayê dîrok û hiqûqê îstismar dike"

Şentop li Serîka navçeya Antalyayê li Herêma Turîzmê ya Belekê di Civîna Hevbeş ya Koma Taybet ya Behra Sipî-Rojhilata Navîn ya Rose-Roth ya 99emîn ya Asamblesa Parlamenteran ya NATOyê da axivî.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop ji bo biryara Parlamentoya Îtalyayê ya der barê bûyerên sala 1915an da wiha got: "Meclisa Nûneran ya Îtalyayê xwe dike dewsa dadgehên navneteweyî û der barê komkujiyê da ku sûcekî spesîfîk e û di hiqûqa navneteweyî da bi eşkereyî hatiye pênasekirin hikûm dide û dîrok û hiqûqê îstismar dike. Em dixwazin rola wê ya di Şerê Cîhanê yê 2yemîn da bînin bîra Îtalyayê."

Mustafa Şentop ji ber ku Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê 24ê Nîsanê wek roja bîranîna komkujiya Ermeniyan îlan kir wiha got: "Eşkere ye ji ber fikarên siyasî tînin rojevê. Bi îdiayeke ku bingeha wê ya hiqûqî tuneye û bi cidiyeta dewletê nakeve dîrokê ji bona siyasetê dikin amûr û tenê xizmeta vê dike." AA

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE