''Mecrayên medyaya civakî êdî ji bona civakî dibin gef û talûkeyeke mezin''

''Mecrayên medyaya civakî êdî ji bona civakî dibin gef û talûkeyeke mezin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Mecrayên medyaya civakî ku li serê tu çavdêrî tuneye êdî ji bona demokrasî, aştiya civakî û ewlehiya neteweyî ya dewletan dibin gef û talûkeyeke mezin."

Erdogan ji "Foruma Medyayê ya Konseya Tirkan" ra vîdeopeyam şand ku bi mazûvaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li otêleke li Stenbolê bi mijara "Pêşeroja Zexim û Paşeroja Kevnare" hat lidarxistin.

Serok Erdogan destnîşan kir mecrayên medyaya civakî ku li serê tu çavdêrî tuneye êdî ji bona demokrasî, aştiya civakî û ewlehiya neteweyî ya dewletan dibin gef û talûkeyeke mezin.

Erdogan diyar kir ji ber nûçeyên derew û hatine berevajîkirin li dinyayê heyata gelek însanên bê parastin mane tarî dibe û travma û dramên mezin çêdibin û wiha axivî, "Em çawa di warê pîşesaziya parastinê û eskerî da pişta xwe bi biyaniyan va girênadin em nikarin meseleya ragihandinê jî hewaleyî kesî bikin. Mîna hemî meseleyên stratîjîk di warê medya û ragihandinê da jî divê em bi xwe navika xwe bibirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE