Medreseya meydanê ya li Colemêrgê di salên hezar û 700î de hatiye avakirin. Bi sedsalan xizmet da feqî û telebeyan. Lê ev 35 sal in girtî bû. Medreseya mezin ji aliyê zanîngeha Hakkariyê hat restorekirin.
Medreseya Meydanê ya li Colemêrgê di heyama Osmaniyan de di sala hezar û 695an de hatiye avakirin.
Zêdetirî 200 salan xizmet da û ji medreseya dîrokî bi hezaran feqî û alim gihiştin.
Mamosteyên Zanîngeha Hakkariyê ji bo Medrese vebe gelek xebitîn û piştî restorasyonê medreseya dîrokî dîsa vebû.
Medresaya Meydanê wê him ji bo turîzma bajêr him jî ji bo feqiyên nû wê xizmetê bide Colemêrgiyan.