Meha borî li Sûriyeyê 118 sivîl mirin

Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li Sûriyeyê di meha îlonê da 118 sivîl di pevçûnan da hatin kuştin

Meha borî li Sûriyeyê 118 sivîl mirin

 Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê di meha îlonê da 118 sivîl di pevçûnan da hatin kuştin.

SNHRyê li ser sivîlên ku di meha îlonê da hatin kuştin rapor amade kir û li gor raporê li welêt 18 jê zarok, 12 jê jin bi tevahî 118 sivîl di pevçûnan da hatin kuştin.

Li gor raporê rejima Beşşar Esed bi artêş û hêzên xwe yên ewlehiyê û komên terorîst ên Îran piştgiriyê didê va 4 jê zarok, 3 jê jin bi tevahî 44 sivîl kuştin.

Di êrîşên esmanî yên balafirên şer ên Ûris da jî sivîlek hat kuştin, li herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê îşxal kirine jî rêxistinê 1 jê zarok 6 sivîl kuştin.

Mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê jî 1 jê zarok bûn sedema mirina 4 sivîlan, 12 jê zarok, 9 jê jin bi tevahî 63 sivîl jî bi destê aliyên ku nasnameya wan ne diyar va hatin kuştin.

Ji sala 2019an vir va di rêbendanê da 197, di sibatê da 246, di adarê da 334, di nîsanê da 324, di gulanê da 416, di hezîranê da 347, di tîrmehê da 433, di tebaxê da 267, di îlonê da 118, bi tevahî 2 hezar û 682 sivîl di nav peçûnên aliyên ku li Sûriyeyê şer dikin da hatin kuştin.

Li gor rapora torê meha borî di nav kesên kuştî da 21 kes jê bi destê rejimê bi tevahî 22 kes bi êşkenceyê hatin kuştin.

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE