Meha remezanê dest pê kir

Ji bo nimêja terawîhan gel berê xwe da mizgeftan...

Meha remezanê dest pê kir

Meha xêr û bereketê meha remezanê li hemû Tirkiyê bi aweyekî coş hat pêşîwazîkirin. Ji bo nimêja terawîhan mizgeft tijî bûn. Welatiyan bi paşîva ewil dest bi roja ewil kirin.

Destê xwe vekirin û ji dil dia kirin….

Bi hatina meha bimbarek a remezanê mizgeft tijî bûn.

Ev dimên ji Mereşê ne. Li mizgefta herî mezin a bajêr ya Abdülhamit Hanê, nêzî 10 hezar kesî bi hev re nimêja terawîhan kir.

Li Çankiriyê jî jin, mêr, ciwan û kal gelek kes ji bo nimêja terawîhan berê xwe da mizgeftan.

Li Sîvasê jî meha Remezanê bi awayekî coş hat pêşwazîkirin.

Li bajarê qedîm Mêrdînê jî gel berê xwe da Medreseya Kasimiyeyê û nimêja terawîhan kir.

Gelê bajarê Şirnexê jî ji bo terawîha ewil mizgeft tijî kirin.

Li derwelêt jî kelecana meha Remezanê hebû.

Gelê Hewlêrê jî berê xwe da mizgeftan û nimêja terawîhan kir.

Hin kesan li mala xwe hin kesan jî li ser karê xwe paşîva ewil xwarin.

Li Denîzliyê rêvebirên agirkujiyê ji bo paşîvê bixwin bi hevalên xwe re li ser heman sofreyê runiştin.

Li Mereşê jî polîsên Midûriyeta Ewlekariyê li ser wezifeyê di paşîva xwe ya ewil de dia kirin.

Li navçeya Kîlîmliya Zonguldakê jî xebatkarên madenê bi metreyan di bin erdê de paşîva xwe ya ewil xwarin.

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE