"Meha Remezanê îsal awayekî din hat"

"Meha remezanê piştî Mekke, Medîne û Qudsê awayekî wisa dilşikestî hat Rihaya ku bajarê pêxemberan e bi rastî jî her yek ji me vê dilşikestîbûnê hîs dike."

"Meha Remezanê îsal awayekî din hat"

Meha Remezanê ya ji bo alema Îslamê pir muhim e îsal ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) li Şanliurfaya bajarê pêxemberan jî dilşikestî dest pê kir.

Li gorî rîwayetan Hezretî Îbrahîm ê ku kalikê pêxemberan tê hesibandin li Şanliurfayê hatiye dinyê û tê gotin ku ji pêxemberan Hezretî Eyûb, Hezretî Elyesa û Hezretî Şueyb jî li vê derê jiyî ne. Riha ji hêla qada turîzma baweriyê va bi van taybetiyên xwe derdikeve pêş û him jî bi nirxên xwe yên çandî jî balê dikşîne ser xwe. Li bajêr ji cihên herî zêde tên ziyaretkirin yek jê Gola Masiyan e ku wisa tê bawerkirin Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinyê û li wir avêtine agir û ya din jî Meqamê Sebrê ye ku tê gotin Hezretî Eyûb li wê derê zehmetî kişandiye. 

Di mehên remezan ên salên borî da meqamên olî bi mirovan tijî dibûn lê îsal ji ber şewba Kovîd-19ê hemû derên olî hatine girtin û ji mirovan xalî ne. Şêniyên bajarê Rihayê ku bi salan di mehên remezanê da berê xwe didan van cihên ji xwe ra mibarek dihesibandin lê îsal mirazê wan di çavê wan da ma û pir dilşikestî ne.

"Bi rastî jî her yek ji me vê dilşikestîbûnê hîs dike"

Miftiyê Bajêr Mehmet Taştan daxuyanî da û diyar kir ku ji ber şewba Kovîs-19ê ew awayek dilşikestî dest bi meha remezanê kirin û wiha pê da çû: "Meha Remezanê îsal awayekî din hat. Meha remezanê piştî Mekke, Medîne û Qudsê awayekî wisa dilşikestî hat Rihaya ku bajarê pêxemberan e bi rastî jî her yek ji me vê dilşikestîbûnê hîs dike."

Taştan bi bîr xist ku îsal ji ber şewbê li mizgeftan wê îbadet bi cimaetî neyên kirin lê mirov dikare wan îbadetan bi tena serê xwe û yan jî malbata xwe ra li malê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE