Meha remezanê sibê dest pê dike

Meha remezanê ya ji nexweşiyên madî û manewî ra şifa ye sibê dest pê dike

Meha remezanê sibê dest pê dike

Meha remezanê ya ku ji bo Misilmanan meha tenduristî û şikirê ye sibê dest pê dike.

Welatî wê îşev rabin paşîvê û sibê jî fitara xwe ya ewil bixwin.

Wek par îsal jî meha remezanê wê di bin siya şewba Kovîd-19ê da derbas bibe.

Ji ber şewba koronayê nimêja ewil a terawîhê wê li malê bê kirin.

Sibê îmsaqa ewil di saet 03.53yan da li Îdirê wê dest pê bike, fitara ewil jî di 18.45an da wê li Hekariyê bê vekirin.

Roja ewil a remezanê îmsaqa dawîn wê di saet 05.05an da li Îzmirê dest pê bike, fitara dawîn jî di saet 19.59an da li Edirneyê wê bê xwarin.

Roja ewil li Sînopê bi 15 saet û 3 deqîqeyan va rojiya herî dirêj, li Hatayê jî bi 14 saet 39 deqîqeyan va rojiya herî kin wê bê girtin.

- "Ji ber Kovîd-19ê em fitarê bi hev ra nexwin jî em ji bo hevdu diayan bikin"

Hîndekarê Fakulteya Ilmên Îslamî ya Zanîngeha Îbnê Haldunê Prof. Dr. Serdar Demirel ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di meha remezanê da hesasiyeta dînî pir zêde dibe.

Demirel got di meha remezanê da rehim zêde dibe û wiha dewam kir: "Divê em vê mehê bi rojîgirtinê, bi dayîna sedeqeyê, nimêjkirina teheccut û terawîhê û xwendina Qur'anê derbas bikin. Di vê mehê da Leyletûl Qedir jî heye. Ev meha pîroz derfetê dide me ku em nêzîkî Rebê xwe bibin, tobe bikin, guneh û xetayê xwe bibînin. Ji ber şewba Kovîd-19ê em fitarê bi hev ra nexwin jî, divê em ji bo hevdu diayan bikin."

Demirel destnîşan kir, ji ber ku ruhê me dihincire û tesîra jiyana madî li ser me çêdibe, remezan her sal ruhê meriv temîr dike û wiha dewam kir: "Remezan meneya rastîn a hebûna me tîne bîra me û kesayeta me xurt dike. Heke tesîra emelekê li ser kesayeta meriv çênebe, ji wê emelê hîkmeta ku tê qestkirin, pêk nayê."

- "Bi destûra Xwedê mirovahî wê di paşerojeke nêz da Kovîd-19ê têk bibe"

Demirel diyar kir, remezan meriv ji xirecira dinyayê dûr dixe û bang dike ku meriv li ser hebûna xwe bifikire û wiha dewam kir:

"Her çend em ji derva va Kovîd-19ê weke şer qebûl bikin jî, ji ber ku di remezanê da meriv ji xirecira dinyayê dûr dikeve, ev nexweşî jî piştgiriya vê dûrketinê dike. Dûrketina ji dinyayê fêmkirinê hêsan dike û hûrgiliyan nîşanî meriv dide. Di navbera dûrketin, hêdîbûn û fêmkirina mijarekê da têkilî heye. Bi destûra Xwedê mirovahî wê di paşerojeke nêz da Kovîd-19ê têk bibe. Em jî dikarin ji vê şera ku me ji jiyanê dûr xistiye û di mala me da hesp kiriye, dikarin li ser meneya hebûnê bifikirin û xêrên mezin jê derînin Tenê îradeya me û hişmendiya me besî vê yekê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE