Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanikê daxuyand di nav vê mehê da milyarek û 488 milyon lire mehaneya astengdar û kal û pîran wê li ser hesabên wan bê razandin.
Yanikê der barê razandina mehaneyên astengdar, kal û pîran da daxuyaniyeke nivîskî da û got di meha nîsanê da qasî 835 milyon lire mehaneya kal û pîran û qasî 653 milyon lire jî mehaneya astengdaran wê bê dayîn.
Wezîr Yanikê daxuyand ji bo welatiyên astengdar, kal û pîr ew ji perwerdeyê bigire heta tenduristiyê, ji aboriyê bigire heta jiyana civakî alîkariyê dikin û wiha got: "Di vê çarçoveyê da em milyarek û 488 milyon lire mehaneya astengdar û kal û pîran li ser hesabên wan radizînin."
Yanikê da zanîn ku mehaneyên wan wê heta 9ê nîsanê li ser hesabê wan bên razandin.
AA