Mehaneya teqawidbûyên Sandiqa Teqawidbûnê pêşda tê dayîn

Selçukê got ku teqawidbûyî, bî, kal û êtîmên ji Sandiqa Teqawidbûnê ya Saziya Ewlekariya Civakî mehaneyê distînin ew ê mehaneya xwe di navbera 1 û 5ê mehê da hildin, hin rojên welatî mehaneya xwe distînin jî di nav qedexeyê da dimînin.

Mehaneya teqawidbûyên Sandiqa Teqawidbûnê pêşda tê dayîn

Zehra Zumrut Selçuka Wezîra Malbat Xebat û Xizmetên Civakî di daxuyaniya nivîskî da bi bîr xist ku di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da ji saet 21.00ê 31ê berfanbara 2020î roja pêncşemê pê va hetanî 4ê rêbendana 2021î qedexeya derketina derva ew ê hebe.

Selçukê got ku teqawidbûyî, bî, kal û êtîmên ji Sandiqa Teqawidbûnê ya Saziya Ewlekariya Civakî mehaneyê distînin ew ê mehaneya xwe di navbera 1 û 5ê mehê da hildin, hin rojên welatî mehaneya xwe distînin jî di nav qedexeyê da dimînin.

Selçukê got ji bo li şaxên bankeyan qerebalixî çênebe rojên mehaneyê hinekî pêşda kişandin û wiha pê da çû:

"Em mehaneyên di rojên 1 û 3yê mehê da tên dayîn ji ber qedexeya derketina derva pêşda didin. Di vê çarçoveyê da kesên mehane di 1ê mehê da distînin ew ê îro, yên di 2 û 3yê mehê dadistînin jî ew ê sibê mehaneya xwe hildin. Kesên mehaneya xwe di 4 û 5ê mehê da distînin jî ew ê di rojên xwe da mehameya xwe bistînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE