Mehkemeya Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 60 rojên din jî da partiyê ku ew parastina xwe amade bike.
Mehkemeya Bilind nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Darizandinê ya di 21ê Mijdara 2021î da amade kiribû û şandibû AYMyê ji bo ku HDP parastina xwe amade bike şandibû partiyê û 30 roj jî dem dabû.
Li gor agahiyan HDPyê ji bo amadekirina parastinê dîsa 4 meh dem xwest.
Li ser vê daxwazê Mehkemeya Qanûna Bingehîn 60 rojên din jî da partiyê ku ew parastina xwe amade bike.
Piştî ev 60 rojên din jî qediyan partî divê parastina xwe temam bike û bişîne mehkemeyê.
AA