Li Meclisê, qanûna înfazê hat qebûlkirin û tehliyeya mehkûm û girtiyan dest pê kir. hin mehkûm jî ji ber şewba koronayê heta meha hezîranê hatin berdan.
Hefteya borî li Meclisê qanûna înfazê hat qebûlkirin. Bi vê qanûnê nêzî 90 hezar mehkûm wê bên tahliyekirin.
Hin mehkûm jî ji ber şewba vîrûsa koronayê ji bo 2 mehan hatin şandin malê.
Mehkûm dibêjin dewleta me li hepsan tevdîrên berfireh girtin.
Mehkûmên ku ji bo demekê hatin tahliyekirin jî memnûn in.
Ger hewce bike wê tehliyeya demkî were dirêjkirin.