Mehkûm haziriya jiyaneke nû dikin

Hem cizayê xwe dikşînin hem jî dibin xwediyê karekî

Mehkûm haziriya jiyaneke nû dikin

Wezareta Edaletê, ji bo ku mehkûm piştî înfazê dest bi jiyaneke nû bikin, dest bi projeyan kir. Li Diyarbekirê ji bo mehkûman kursên taybet hatin vekirin. Bi vî awayî mehkûm hem cizayê xwe dikşînin û hem jî dibin xwediyê meslekekî.

Mehkûm di girtîgehan de bi çand,huner û kursên pîşeyî de tên islahkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo mehkûmên ku bi tevdîra serbestiya kontrolî tên berdan, jiyaneke nû amade dike.

Bi hevkariya Navenda Perwerdeya Gel, kursên çand, hûner, seramîk û berberiyê hatin vekirin.

Di çarçoveya projeya ‘Ewlehiya Civakê û Hêviya Ferdan’ de 546 mehkûm di kursan da meslekan hîn dibin.

Serdozgerê Diyarbekirê Ahmet Yavuz, Qeymeqamê Surê Abdullah Çiftçi û Midûrê Perwerdê yê Diyarbekirê Feysel Taşçier kursên mehkûman ziyaret kirin û agahî sitendin.

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2020, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE