Li Uuludereya Şırnakê bi piştgiriya wezareta dadê 36 mehkûmên berê bûn xwediyê karên xwe. wezaretê li gorî projeyan wek hîbe pere an jî heywan dan mehkûmên berê.
Wextekî ji ber tawanên cuda ciza girtibûn.
Lê bi serbestiya bikontrol cizayên wan hatin taloqkirin û niha karên xwe dikin.
Midûriyeta Serbestiya Bikontrol a Uuludereya Şırnakê hîbe da 36 mehkûmên berê.
Ji wan 11 kesan hîbeya heywanan girt.
Rayedarên nevçayê pezên ku wê wek hibe bidin, bi xwe teslîmî wan kirin.
Wezaret dixwaze mehkûmên berê careke din tevlî sûcekî nebin; bi xebat û hilberînê piştgiriyê bidin ekonomiyê.
Bi saya piştgiriya ji bo mehkûmên berê, li navçeyê bi qasî milyonek û 534 lîre veberhênan hat kirin.