Mehmet Gezerê ku li gor îdiayê telîmata êrîşa Reyhanliyê da, ji Amerîkayê anîn

Mehmet Gezerê ku li gor îdiayê telîmata êrîşa Reyhanliyê da, ji Amerîkayê anîn

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, Memet Gezerê ku li gor îdiayê telîmata êrîşa Reyhanliyê da, ji Amerîkaya ku lê tewqûfkirî bû, anîn Türkiyeyê.

Li gor daxuyaniya wezaretê, li gor îfadeya Yusuf Nazikê plankarê êrîşa Reyhanliyê, telîmata êrîşê Memet Gezer da wî. Gezerê ku ji ber bazirganiya hişbirê li Amerîkayê girtî ye, anîn Türkiyeyê.

Serokatiya Daîreya Înterpol Europolê agahdar bû ku Gezer li Amerîkayê ye û bi rayedarên Amerîkayî ra ketin têkiliyê û seba dersînorkirina Gezer li hev kirin.

Bi refaqeta wezîfedarên Amerîkayî Gezer anîn Türkiyeyê û ji bo îfadeya wî were hildan wezîfedarên Midûriya Şaxa TEMê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê ew ji Balafirgeha Stenbolê hilda.

Gezerê ku di 9ê gulana 1967an da hatiye dinyayê ji ber sûcê "Kirina bazirganiya hişbirê û peydakirina hişbirê" di qada navneteweyî da bi bultena sor lê digeriyan, ji ber 17 sûcan cuda jî li welêt lê digeriyan. Di nav van 17 sûcan da "Endambûna rêxistina terorêya çekdar" û "Xerabkirina yekîtî û yekparetiya dewletê" jî heye.

Li Reyhanliya navçeya Hatayê li kêleka avahiya şaredariyê û pêşiya avahiya PTTyê di 2013an da du teqîn çêbûn û 53 kes tê da hatin kuştin, 912 avahî, 891 kargeh û 148 wesayîtan zirar dîtibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE