Mehmetçîk destê şewqetê dirêjî terorîsta birîndar kir

Li çiyayê Hekariyê di navbera esker û terorîstan da pevçûn derket û komandoyan ji terorîstan kesek birîndar girt û dîmena şewqet û destê alîkariyê yê komandoyan dirêjî terorîsta jin kir, ku çend deqîqe berê gule berdida wan, hat kişandin

Mehmetçîk destê şewqetê dirêjî terorîsta birîndar kir

Li çiyaHekariyê di navbera esker û terorîstan da pevçûn derket û komandoyan ji terorîstan kesek birîndar girt û dîmena şewqet û destê alîkariyê yê komandoyan dirêjî terorîsta jin kir, ku çend deqîqe berê gule berdida wan, hat kişandin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, Artêşa Tirkiyeyê him li nav welêt him derveyî sînor têkoşîna terorê didomîne.

Dîmena ku teslîmbûna terorîsta jin û Mehmetçîk çawa destê alîkariyê dirêjî wê dike hat kişandin.

Li gor dîmenan komando piştî pevçûnê kontrol û lêgerînê dikin û jineke terorîst a ku di nav çaliyan da xwe veşartiye, tesbît dikin.

Li ser îhtimala ku terorîst wê êrîş bike, tevdîrên ewlehiyê tên hildan û paşê terorîst teslîm dibe. Piştî ku tê dîtin mensûba rêxistina terorê ya cihêkar birîndar e, komandoyên ku çend deqîqe berê rastî guleyên heman terorîstê dihatin, midaxaleya ewil kirin.

Dema ku Mehmetçîk midaxaleyî birînda terorîstê dike jê ra dibêje "netirse û sakin be" û paşê avê didê.

"Hûn çawa firsendê dibînin, birevin"

Terorîst li ser pirsa esker wiha got, "Digotin kesên ku teslîm dibin, eskerê Tirk miemeleya xerab li wan dikin. Min dît ku ev ne rast e."

Terorîstê diyar kir, piştî operasyonên hêzên ewlehiyê gelek ciwan hene ku dixwazin ji rêxistina terorê ya cihêkar biqetin û bangî wan kir ku "Hûn çawa firsendê dibînin, birevin."

Terorîstê got ku rêxistina terorê ya cihêkar ew di 12 saliya wê da xapand û bir serê çiyê, wê li Eyn el-Arabê di sefên YPGyê da wezîfe hilda, paşê derbasî kampên PKKyê yên li Garayê bû û got ku ew ji ber tevlêbûna rêxistinê poşman e.

Mehmetçîk ji dê û bavê terorîsta jin ra têlefon vekir û ew bi dê û bavê wê ra da xeberdan.

Dema ku ji dê û bavê wê ra têlefon hat vekirin, fermandar ji bavê wê ra got, "Ji bo xebereke xêrê bidim we, em li we geriyan. Keça we dixwaze bi we ra xeberede" û bavê wê got "ez jî dixwazim xeberdim". Piştî ku dengê keça xwe bihîst got "keça min" û çavê bav tije hêsir bûn û nikaribû xeberda û dayîkê bi keça xwe ra xeberda.

- "Keça we êdî di destên ewle da ye"

Piştî xeberdanê fermandar têlefon hilda û ji bav ra got, "Meraq nekin, keça we êdî di destên ewle da ye." Malbatê jî spasiya Mehmetçîk kir.

Dê û bavê diyar kir, piştî ku keça wan xapandin û derxistin serê çiyê, wan gelek êş û elem kişand û êdî ev êş bi dawî bû, piştgirî dan malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji destê rêxistinê derxin û bangî ciwanên ku rêxistina terorê wan bi zorê derdixin serê çiyê kir û gotin werin teslîm bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE