Mekanên turîstîk ên li Şanliurfayê bi ronîkirina taybet va bişev jî merivan cezb dike

Minareya Mizgefta Mezin jî ronî kirin û mizgeft jî hewayeke mîstîk dide bajêr.

Mekanên turîstîk ên li Şanliurfayê bi ronîkirina taybet va bişev jî merivan cezb dike

 Li Şanliurfayê dora Gola Masiyan, Xirabeyên Herranê û Nekropuluya Kizilkoyunê pergala ronîkirinê hat avakirin û bişev jî ev der merivan hejmetkar dihêlin.

Li Şanliurfayê bi tevkariya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin xebat hatin kirin û di çarçoveya xebatan da bi cepheyên derva v pergala ronîkirinê hat çêkirin û ronahiya şevê şevên bajarê dîrokî xweş dike.

Li derdora Keleha Rihayê ya dîrokî û Nekropoluya Kizilkoyunê ku gordên nav zinaran 2 hezar salî tê da hene jî hat çêkirin.

Minareya Mizgefta Mezin jî ronî kirin û mizgeft jî hewayeke mîstîk dide bajêr.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew ji bo ku cazîbeya Şanliurfayê zêdetir bikin, di nav xebatên piralî da ne.

Beyazgul destnîşan kir ku gel pergala ronîkirinê ya li bajêr pir eciband û wiha dewam kir:

"Me vê gavê li bajêr gelek rawestgehên girîng ronî kirin, ev mekan bişev jî xweş dibin. Me li navçeya Kizilkoyunê şikeftên qada Nekropolê jî ronî kirin. Pergala ronîkirinê weke gerdeniya mercanê xweş kir. Vêga ji bo cihên dîrokî yên din jî em xebatan didomînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE