Mekteba wan wekî fabrîqeyê dixebite

Xwendekar di betlaneya havînê de ji bo mekteban dolab, mase û kursiyan çêdikin.

Mekteba wan wekî fabrîqeyê dixebite

“Projeya bila dibistan bêpirtûkxane nemînin”... lîseya mesleg û teknîkê ya anadoluyê ya mûşê jî piştgiriyê dide vê projeyê. Xwendekar dolab, kursî û maseyan çêdikin û dişînin dibistanan.  

Xwendekarên Lîseya Mesleg û Teknîkê ya Anadoluyê ya Mûşê di betlaneya havînê de li dibistana xwe dixebitin. 

Xwendekar û mamosteyên wan bi hev re dolab, kursî û meseyan çêdikin. 

Malzemeyên ku hatine çêkirin di çarçoveya “Projeya Bila Dibistan Bêpirtûkxane Nemînin” de tên şandin mekteban. 

Xwendekar ji bo ku di betlaneyê de dixebitin pere jî qezenc dikin. 

Bi saya van projeyan him xwendekar pere qezenc dikin, him jî dibistan dibin xwediyê pirtûkxaneyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE