Mela înternet kişand mizgeftê û alîkariyê dide xwendekaran

Di heyama nexweşiyê da perwerdeya ji dûr va dan destpêkirin, ji bo xwendekarên nikarin ji mala xwe EBAyê teqîb bikin Kertîl înternet kişand mizgeftê û xêncî wextên nimêjê xizmetê dide xwendekaran.

Mela înternet kişand mizgeftê û alîkariyê dide xwendekaran

Li Vartoya navçeya Mûşê Ertugrul Kertîlê melamizgeftê ji bo xwendekarên îmkanên wan tunin têkevin Koma Zanistê ya Perwerdeyê (EBA) xencî wextên nimêjê mizgeftê vedigerîne polê û tevkariyê dide perwerdeya xwendekaran.

Kertîlê ji vir 10 sal berê ji Amasyayê tayînî Mizgefta Hz. Omer a li Huriyeta taxa Vartoyê bû ji bo alîkariyê bide xwendekarên tengasiyê dikişînin û nikarin ji malên xwe têkevin perwerdeya di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da tê dayîn hewl dide.

Di heyama nexweşiyê da perwerdeya ji dûr va dan destpêkirin, ji bo xwendekarên nikarin ji mala xwe EBAyê teqîb bikin Kertîl înternet kişand mizgeftê û xêncî wextên nimêjê xizmetê dide xwendekaran.

Kertîl ji bo xwendekarên hê dest bi perwerdeya rû bi rû nekirine û ji ser EBA TVyê ra perwerdeyê dibînin mizgeft vegerande polê û ji bo xwendekaran ji Kovîd-19ê biparêze jî bi baldarî tevdîran pêk tîne.

Kertîl li ber derê mizgeftê agirê xwendekaran dipîve rûpêçên wan kontrol dike dezenfektanê li destê wan dike. Paşê xwendekar li gor mesafeya fizîkî bi tablet û têlefonên xwe li ber rahleyan rûdinin û dersên xwe teqîb dikin.

Kertîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li taxa wan bi piranî malbatên rewşa wan baş nînin rûdinin, ji ber vê jî xwendekar îmkanên nabînin ku pê têkevin dersên xwe.

Kertîl wiha axivî: "Me dît ku di vê pêvajoya perwerdeyê da înterneta gelek xwendekaran tune. Ji bo alîkariyê bidin wan me înternet kişand mizgeftê. Xwendekar dema tên vê derê agirê wan dipîvim, dezenfektanê li dest ê wan dikim û paşê wan hildiidm hundir. Li gor mesafeya fizîkî rûdinin û dersên xwe teqîb dikin. min Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê xwend. Dersên min baş in û ez di dersan da alîkariyê didim xwendekaran. Ji bo baş fehm bikin hewl didim. Dema ders diqede jî ji kompîtera mizgeftê sipartêkên wan didim nivîsandin. Bi saya vê zarok naçin qirtasiyeyê."

Kubra Nazli Aydina ji xwendekaran jî diyar kir ku li mala wan înternet tune, EBA TV jî venabe ji ber vê her roj tên mizgeftê û dikevin dersên xwe.

Aydinê got Kertîl bi wan ra eleqedar dibe û wiha pê da çû: "Mela Ertugrul înternet kişand mizgeftê û bangî hemû xwendekarên taxê kir, em gelekî şa bûn. Em tên mizgeftê û dikevin EBA TVyê. Di her mijarê da alîkariyê dide me."

Bariş Çîçekê ji taxê jî got, "Xwedê ji Mela Ertugrul razî be. Em wekî cimaeta wî jê razî ne. Hem ji xwendekarên tax me ra dibe mînak hem jî alîkariyê dide wan. Melayê me berê jî ders dida xwendekarên ji bo ezmûna zanîngehê amadehî dikirin. Mela nika jî înternet da kişandin û alîkariyê dide xwendekaran."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE