Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima cinaze ya Îbrahîm Halît Çîzmeciyê yek ji avakarê Weqfa Îlîm Yaymayê bû.
Ji bo Çîzmecî danê nîvro li Mizgefta Fatîhê merasima cinaze hat kirin. Serokomar Erdogan di merasimê da sersaxî da malbata Çîzmecî.
Serokomar Erdogan piştî kirina nimêja cinaze ket binê darbesta Çîzmecî. Cinaze ji bo definkirinê birin Goristana Edirnekapiyê.
Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Şaredarê Fatîhê Ergun Turan û Mustafa Erdoganê birayê Serokomar Erdogan jî beşdarî merasima cinaze bûn.
Ji aliyê din va li Mizgefta Fatîhê di heman wextê da seba Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Beşîktaşê Necîp Sever jî merasima cinaze hat kirin û Serokomar Erdogan jî beşdar bû.AA