Merasima terfiya rutbeyan

Li Artêşa Tirk nîşaneyên rutbeyan ên personelên ku terfiyê rutbeyeke bilind kirin, duh bi merasima ku li Wezareta Parastina Neteweyî hat lidarxistin, hat dayîn.

Merasima terfiya rutbeyan

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar got, "Pencika Artêşa Tirkiyeyê li ser stûkura terorîstan e. Di Pencika-1î da 64, di Pencika-2yê da 16, di Pencika-3yê da heta niha 22 li bakurê Iraqê ji serê salê vir va 676 terorîst hatin berterefkirin."

Li Artêşa Tirk nîşaneyên rutbeyan ên personelên ku terfiyê rutbeyeke bilind kirin, duh bi merasima ku li Wezareta Parastina Neteweyî hat lidarxistin, hat dayîn.

Akar, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêza Deryayî Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Alîkarên Wezîr beşdarî merasimê bûn, merasimê bi sekna rêzê û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir.

Akar di merasimê da axivî û diyar kir ku piştî hewla derbeya xayîn a FETOyê heta niha 17 hezar û 498 kes ji Artêşa Tirk hatin îxrackirin û wiha dewam kir, "Mebesta me ew e ku em van terorîstan bi temamî ji nava xwe paqij bikin û xayînek tenê vê unîformaya navdar li xwe neke."

Wezîr Akar dubare kir ku heta terorîstê dawîn neyê berterefkirin têkoşîna terorê wê bi biryardarî dewam bike û wiha dewam kir:

"Pencika Artêşa Tirkiyeyê li ser stûkura terorîstan e. Di Pencika-1î da 64, di Pencika-2yê da 16, di Pencika-3yê da heta niha 22 li bakurê Iraqê ji serê salê vir va 676 terorîst hatin berterefkirin."

Akar got ku hin nûçeyên ku dibêjin "Li Îdlibê dijî baregehên me yên çavdêriyê êrîş tên kirin" û wiha dewam kir: "Tiştekî wisa tuneye. Lê em wek Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî hesas û baldar pêvajoyê dişopînin. Ji bo ewlehiya personelên me yên li wê derê dixin bîra hemû aliyan ku tu zirar negihêje wan. Me got ku heke zirarek bigihêje personelên me, cihên me yên çavdêriyê em ê mafê xwe yê xweparastina meşrû bi kar bînin, em dibêjin jî." AA

Dîroka nûkirinê: 30 Tebax 2019, 16:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE