Merasima vekirina Mizgefta Gulhaneyê

Serokomar Erdogan beşdarî merasima vekirina Mizgefta Gulhaneyê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê bû

Merasima vekirina Mizgefta Gulhaneyê

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirina Mizgefta Gulhaneyê bû ku di nava Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê da hat çêkirin.

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Gulhaneyê kir û beşdarî merasima vekirina mizgeftê bû.

Serok Erdogan di merasîmê da axivî û got: "Bi rastî mabedek wisa ya ku di nava nexweşxaneya zanîngeha Gulhaneyê de cî digire înşallah ji ber ku manewiyata zanîngeha me ya zanistên tenduristiyê kahîm dike gelek girîng e. Rebbê me dibêje 'kî ji bo min li dinyayê mescîdekê ava bike ez ê jî ji bo wan li bihuştê beytekê,qesrekê ava bikim'."

Di vekirina mizgeftê da Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û fermandarên artêşê, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn û Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Fatîh Şahîn jî amade bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE