Merasîma dînî ya piştî 40 salan

Piştî restorasyonê li Dêra Mor Yaqûb merasîma ewil hat kirin

Merasîma dînî ya piştî 40 salan

Li Midyada Mêrdînê dêra hezar û 500 salan mor yaqûb piştî restorasyonê bi merasîmekê hat vekirin. Li vê dêrê piştî 40 salan cara ewil merasîmeke dînî hat lidarxistin. Gelek suryanî beşdarî merasîmê bûn.

Li Midyata Mêrdînê xebatên çêkirin û restorasyona berhemên dîrokî dewam dikin.

Heya niha gelek dêrên dîrokî hatin nûkirin.

Herî dawî jî Dêra Mor Yaqûb a li gundê Kefrê hat restorekirin.

Dêra dîrokî ji bo Suryaniyan gelek girîng e.

Ji ber vê yekê jî nêzî 18 malbat ji welatên cuda yên Ewropayê hatin gundê xwe Kefrê û gundê xwe dîsa ava kirine.

Piştî 40 salan cara ewil li dêra dîrokî merasîmeke olî hat lidarxistin.

Gelek Suryanî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî Merasîmê li hewşa Dêra Mor Yaqûb xwarin hat belavkiririn.

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 12:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE