Merasîma hîmdanîna aşxaneya heyva sor

Li gorî planan aşxane wê xizmetê bide 5 hezar kesî

Merasîma hîmdanîna aşxaneya heyva sor

Serokatiya şaxa Muşê ya hevya sor bi piştgiriya Karsaz Giyasettin Bingöl ji bo hewcedaran aşxaneyekê dide çêkirin. Ji bo hîmdanîna wê aşxaneyê merasîmek hat lidarxistin. Li gorî planan aşxane wê xizmetê bide 5 hezar kesî.

Heyva Sor a Tirkiyê li welêt û derwelêt ji bo hewcedar û feqîran dixebite.

Serokatiya Şaxa Muşê ya Heyva Sor bi piştgiriya karsaz Giyasettin Bingöl aşxaneyeke 5 hezar kesî dide çêkirin.

Ji bo hîmdanîna aşxaneyê merasîm hat lidarxistin. Rayedarên Serokatiya Heyva Sor û waliyê Muşê Doç. Dr. İlker Gündüzöz beşdarî merasîmê bûn.

Walî Gündüzöz bi telekonferansê bi Xêrxwaz Giyasettin Bingöl re axivî û ji bo piştigiriya wî sipas kir û got: “Em di meha Remezanê de beşdarî merasîmeke wisa bûn. Ev xizmet ji bo bajarê me pir girîng e. Ez bi taybetî sipasî Hevva Sor û Karsaz Giyasettin Bingöl dikim. Înşele Xwedê xêra hemûyan qebûl bike.”

Ji bo avahiya aşxaneyê walitiyê 650 metreqare cih veqetand. Tê plankirin ku aşxane xizmetê bide 5 hezar kesî.

Piştî axaftinan qurban hat serjêkirin û merasîma hîmdanîna aşxaneyê qediya.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE