Merhemeta Mehmetçîk dil germ kirin

Penaber 2 hefte ne li ber deriyê sînor ê Yunanistanê bendewar in

Merhemeta Mehmetçîk dil germ kirin

Li ber deriyê Avrupayê sekna penaberan di roja 14an da dewam dike.

Stenbol di serî da ji gelek bajarên Anadoluyê penaber hatin Edirneyê û têkoşîna wan a ku ji bo derbasî Avrupayê bibin, didome.

Derbasbûnên Yunanistanê bi taybetî ser çem ra dewam dike. Penaberên ku hêviya êvarê disekinin, ji gundên ser sînor ra derbasî Yewnanistanê dibin.

Ji bo pêşîlêgirtin û paşveşandinê polêsên herekata taybet 24 saetan dewriyeyê digerin.

Hin penaber bi hêviya ku Yunanistan wê deriyan veke li herêma tampon a navbera deriyên sînor ên Pazarkule-Kastaniesê û li daristana nêzî herêma tampon bendewar in.

Hêzên asayîşê yên Yunanistanê li ber Deriyê Sînor ê Kastaniesê bi têlên ku cilêt pê va kirine va barîkat danîn, carinan ava tazyîq li penaberan dikin, bombeyên deng û îsotê davêjin nav penaberan, carinan jî bi guleyên rastîn agir dikin.

Hêzên sînor ên Yunan li ser sînor kozik vedan û li ber qeraxê Çemê Merîçê jî ji têlê çît kişandin. Hin kesên ku ji sînor derbas dibin jî rastî miemeleya xerab a yekîneyên sînor ên Yewnan tên.

Bi kordînekirina Walîtiya Edirneyê, Îdareya Koçê ya Bajêr bi organîzasyonê va pêdiviyên penaberên ku li van deran dimînin, peyda dikin.

Ji penaberan ra sê dan xurek dertê.

Mehmetçîk bi zarokên ku di dora xwarinê da bêhna wan teng dibe ra eleqedar dibin.

Mehmetçîkek bi zarokeke penaber ku 2-3 salî ye û bêhna wî teng bûye ra eleqedar bû, jê hez kir û dilê merivan bi vê eleqedarbûnê germ bûn.

Mehmetçîkê wezîfedarê asayîşê zarok ferq kir, pê ra axivî û lîstik leyîst.

Mehmetçîk paşê zarok teslîmî diya wî kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE