Merkel sibe tê Türkiyeyê

Dê di hevdîtina di navbera Erdogan û Merkel de têkiliyên dualî yên di navbera Türkiye û Almanyayê de bi hemî rehendan were reçavkirin

Merkel sibe tê Türkiyeyê

Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel weke dawetiya Serok Recep Tayyîp Erdogan sibe dê serdana Türkiyeyê bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, di hevdîtina di navbera Erdogan û Merkel de têkiliyên dualî yên di navbera Türkiye û Almanyayê de dê bi hemî rehendan were reçavkirin.

Di hevdîtinê de dê gavên pêwîst ên ji bo geşepêdana hevkariya di navbera herdu welatan de bên gotûbêjkirin. Herwiha di çarçoveya Serokatiya Serdemê ya Almanyayê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ku dê ji meha temûzê destpê bike de, bi giranî mijarên weke têkiliyên Türkiye û YEyê, pêvajoya beşdariyê, rojanekirina Yekîtiya Gumrikê û serbestiya vîzeyê dê bên axaftin.

Dê di hevdîtinê de li tenişt têkiliyên dualî, di serî de Lİbya û Suriye, cih bidin mijarên herêmî û navdewletî.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2020, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE