Mermerê taybet ê wîşneyê

Bi tenê li Alacakayayê dertê û îxracî 60 welatan dibe

Mermerê taybet ê wîşneyê

Mermerê wîşneyê, li dinyayê bi tenê li Elezîzê, li navçeya alacakayayê dertê. Ev mermerê taybet îxracî welatên wekî emerîka, fransa, îtalya û erebistana siûdî dibe.

Li hemû dinyayê bi tenê li navçeya Alacakayayê ya Elezîzê derdikeve mermerê taybet ê wîşneyê.

Ev mermere hêja li Qesra Spî ya Emerîkayê, Mescîda Eqsayê û Kabeya Pîroz tê bikaranîn. Ji bo vê jî îxracî gelek welatan dibe.

Dewletên nola Emerîka, Çîn, Fransa, Îtalya, Erebistana Siûdî jî di nav de 60 welat vî mermeri dikirin.

Di fabrîqeya mermerê wîşneyê de salê 60 hezar ton hilberîn dibe û 300 hezar metreqare mermer tê firotin.

Di febrîqeyê de 500 kes dixebitin. Ev yek jî ji bo aboriya bajêr karekî zahf girîng e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE