Merzelên lat ên serdema Urartu û Romayê hatin dîtin

Li taxa Xarpêtê ku li Elazigê taxeke dîrokî ye, di kolanan da 5 merzelên lat ên serdema Urartu û Romayê hatin dîtin.

Merzelên lat ên serdema Urartu û Romayê hatin dîtin

Li taxa Xarpêtê ku li Elazigê taxeke dîrokî ye, di kolanan da 5 merzelên lat ên serdema Urartu û Romayê hatin dîtin. Li herêma ku di 1985an da li tanga Keleha Xarpêtê hatibû keşfkirin û wekî qada parastî ya pileya 1emîn hatibû tescîlkirin, lêbelê heta niha tu xebateke kolanê lê nehatibû meşandin, di çarçoveya projeya ku ji aliyê Buroya Parastin Sepan û Raçavkirinê ya Şaredariya Elezîzê va hat amadekirin da xebata kolanê hat kirin. Di xebatên kolanê da 5 merzelên lat ên serdema Urartu û Romayê hatin dîtin. Tê texmînkirin ku di merzelên lat da rêveberên dewletê û arîstokratên serdemê hatine veşartin. Herwiha armanc ew e ku piştî kutabûna xebatên kolan, sondaj û hafriyata merzelên lat, ev dever bibe ciyekî tûrîstîk. Şaredarê Elezîzê Mucahît Yanilmaz ku li devera navborî teseliya xebatên kolanê kir, di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew bênavber xebatên xwe didomînin da ku Xarpêta ku ket nava "Lîsteya Berwext a Mîrata Cihanî" ya UNESCOyê, bikeve nava "Lîsteya Mîrata Çanda Cihanê". - "Armanca me ew e ku Xarpêt bibe navenda tûrîzmê" Yanilmaz bal kişand ku li gorî çavkaniyên nivîskî, taxa Xarpêtê rawestgeha çand û şaristaniya 4 hezar salî ye û wiha got, "Di van salên dawîn da me ligel dezgehên peywendîdar gelek xebatên kolan û restorasyonê pêk anîn. Merzelên lat ku di kolana li Xarpêtê da hatin dîtin, dê dîroka 3 hezar salan ronî bikin." Yanilmaz got ku ew bênavber dixebitin da ku ciyê merzelên lat bibe ciyekî tûrîstîk û wiha pê da çû, "Merzel ji serdema Urartu û Roma ku vedigere 1000 sal B.Z. mane. Di merzelên lat da arîstokratên wê serdemê hatine veşartin. Ji bo tesbîtkirina dîroka Xarpêtê xebatên me yên kolanê bi lez û bez didomin. Plan ew e, xebata ku bi 15 kesan va li ser 6 donim erdî tê kirin, di nava mehekê da kuta bibe. Armanca me ew e ku Xarpêt bibe navenda tûrîzmê."

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2018, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE