Mesaiya dijwar a karkerên demsalî berdewam e

Karker li ber serê zeviyan ji xwe ra kon û çadiran vedigirin û tê da dimînin. Ji her malbatê kesek ji bo ku ji kesên li ser zeviyê dixebitin ra firavîn û çay amade bikin, di çadirê da dimînin.

Mesaiya dijwar a karkerên demsalî berdewam e

 Karkerên çandiniyê yên demsalî ji bajarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê seba debara xwe berê xwe didin bajarên rojavayê.

Karkerên çandiniyê yên demsalî ji biharê heta niha li gundê Adatoprakpinarê yê li ser Polatliya navçeya Enqereyê dixebitin û di nîvê mijdarê da bi sermayê ra paşê vedigerin warê xwe.

Karker li ber serê zeviyan ji xwe ra kon û çadiran vedigirin û tê da dimînin. Ji her malbatê kesek ji bo ku ji kesên li ser zeviyê dixebitin ra firavîn û çay amade bikin, di çadirê da dimînin.

Di jiyana çadirê da pirsgirêka av, ceyran û perwerdeyê heye û digel van karker li ser zeviyê di binê kelekela havînê da heta êvarê dixebitin.

Nûçegihanê AAyê li Polatliyê dîmena jiyana dijwar a karkerên demsalî kişand.

Osman Alparslanê ku ji Şanliurfayê hatiye, 11 sal e li gundê Adatoprakpinarê ser zeviyan rêvebiriyê dike. Alparslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku, digel şert û mercên dijwar karker bi sebir û sebat dixebitin.

Alparslan diyar kir ku piraniya karkeran ji Şanliurfa û bajarên din ên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên û di çadirên ku 45 kes tê da cî dibin, bi zarokan va nêzî 200 kesî tê da dimînin.

Alparslan daxuyand ku mesaiya karkeran şeveqa sibehê dest pê dike û heta 6-7ê êvarê dewam dike û wiha dewam kir, "Ev pîvaz heta ku tên market û ser sifreyan, ji merheleyên pir dijwar ra derbas dibin. Keda ku li van deran tê dayîn, giran e. Pîvaz tên spîkirin, ziwakirin, birîn û paşê dikevin çewalan û li wesayîtan tên barkirin. Hemû kedên cuda ne."

Ahmet Kiliçê 59 salî ku ji Şanliurfayê hatiye û 15 sal e wekî karkerê çandiniyê yê demsalî dixebite jî got ku ew bi malbata xwe ra di salê da 6-7 mehan li vê derê derbas dike û bi pîvazan ra mijûl e.

Kiliç daxuyand ku piraniya pîvazên ku li Tirkiyeyê belav dibin, li vê derê hêşîn dibe û çêdibe. Kiliç wiha dewam kir, "Ji avdana pîvazê bigire heta çapekirina wê, derxistina wê, em dikin û perê nanê me jê tê. Em hinek rojan di 38-40 pile germê da li ber tavê dixebitin. Li vê derê siha me tuneye, danê nîvro em firavîna xwe jî di binê tavê da dixwin. Em êvarê firavîna xwe çêdikin û sibetirê nîvro dixwin. Ji ber vê jî xurekê me kartû dibe. Em di 40 pile germê da jî ava golî vedixwin. Carinan jî em ava bîrên dermankirî vedixwin û pê nexweş dikevin. Zarokên me ji ber van avan emelî dibin. Em ji sibehê heta êvarê di nav xalî û xesarê da ne, êvarê jî derfeta me ya serşûştinê çênabe ji ber tengasiya avê. Em di hefteyê da ancax carekê serê xwe dişon. Carinan bêhna pîvazan ew qas ji me tê ku em nikarin razên jî. Em pir diwestin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE