Wezareta Karên Derva got: "Em dîsa bangî hikûmeta Îsraîlê dikin ku bila ji bo parastina statukoya mekanên pîroz tevdîran bibîne û destûrê nede çalakiyên tehrîkkar."
Wezaretê ji bo komên Cihû yên tundrew yên ser Mescîda Eqsayê digirin da daxuyaniyekê weşand.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Parlamenterê Îsraîlê Itamar Ben-Gvîr û hin komên Cihû yên tundrew li gel polêsan ser Mescîda Eqsayê da girtin û li vir hewl didin îbadetê bikin ku ev bi eşkere binpêkirina statukoya li Herêma Şerîfê û Mescîda Eqsayê ye."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em dîsa bangî hikûmeta Îsraîlê dikin ku bila ji bo parastina statukoya mekanên pîroz tevdîran bibîne û destûrê nede çalakiyên tehrîkkar."
- Meşa alayê ya Cihûyên tundrew
Cihûyên tundrew li Qudsa Rojhilat meşeke bi navê "meşa alayê" li dar xistin.
Polêsan serê sibê li herêma Bajarê Kevn û dora wê tevdîr dîtin.
Parlamenterê Îsraîlê Itamar Ben-Gvîrê dijî Filistîniyan gotinên provakatîf dibêje serê sibê bi ser Mescîda Eqsayê da girtibû.
Li gor daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê polêsên Îsraîlê û Cihûyan li herêma Bajarê Kevn û dora wê êrîşî Filistîniyan kirin, 22 Filistînî hatin binçavkirin û 24 Filistînî jî birîndar bûn.AA