Mesut Yilmazê ji serokwezîrên berê yê li Stenbolê li nexweşxaneyeke taybet ya li Şîşliyê dihat dermankirin mir.
- Jînenîgarî
Ahmet Mesut Yilmaz 6ê Mijdara 1947an da li Stenbolê hat dinyayê. Di sala 1971an da li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê ji beşa Maliye û Îqtisadê mezûn bû. Li Almanyayê li Zanîngeha Kolnê di Fakulteya Zanistên Civakî û Îqtisadê da lîsansa bilin kir. Di sektora taybet da xebitî û di sektora pîşesaziyê da cî girt.
Di sala 1983yan da di Partiya Anavatanê da bû endamê avakar û bû Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtiya Demokrasiyê ya Ewropayê. Bi Almanî û Îngilizî du berhemên Mesut Yilmaz hatin weşandin.
Mesut Yilmaz di heyamên 17, 18, 19, 20 û 21an da bû parlamenterê Rîzeyê, di hikûmeta 45emîn da wezîrtiya Dewletê û Çand û Turîzmê, di hikûmetên 46 û 47emîn da wezîrtiya Karên Derva, di hikûmetên 48, 53 û 55emîn da serokwezîrî û di hikûmeta 57emîn da wezîtiya Dewletê û alîkariya serokwezîr kir û di navbera 1991 û 2002yan da bû Serokê Giştî yê Partiya Anavatanê.
Mesut Yilmaz zewicî bû û 2 zarokên wî hebûn. Kurekî wî di sala 2017an da wefat kiribû. Mesut Yilmaz di 5ê Gulanê da ji mêjiyê xwe emeliyet bûbû.
AA