Meteorolojiyê ji bo 5 bajaran hişyariya baranê da

Li Erzirom, Agirî, Qers, Îdir û Erdexanê wê baran bibare, tavî çêbibe

Meteorolojiyê ji bo 5 bajaran hişyariya baranê da

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê da. 

Di daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê da hat destnîşankirin li herêmê hewa wê pir ewrayî be

Ji nîvro pê va jî li Erzirom, Agirî, Qers, Îdir û Erdexanê wê baran bibare, tavî çêbibe. 

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba wê ji hêla bakur va nerm û car caran jî nîveqewî rabe.

Germahiya herî kêm a şevê wê li Erdexanê 8, li Qersê 110, li Erziromê 11, li Agiriyê 13, li Erzinganê 14, li Tunceliyê 15, li Îdirê jî 18 pile hat pîvan.

Li herêmê germahiya herî bilind a rojê jî wê li Tunceliyê 32, li Îdirê 29, li Agiriyê 26, li Erzinganê 25, li Erziromê 21, li Qersê 20 û li Erdexanê 17 pile be.

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE