Mexdûriyeta ji ber erdhejê tê çareserkirin

Li Bîngolê Ji bo kesên di erdhejê da malên wan zirar dîtin 2 hezar û 862 kon, 7 hezar û 200 deste çarşev, 3 hezar û 300 doşek, ji bo sê danan 9 hezar û 500 pakêt xwarin, 2 hezar û 232 desteyên kîlerê hatin şandin.

Mexdûriyeta ji ber erdhejê tê çareserkirin

 Li Bîngola ku bi erdheja lerza wê 5,7 pile bû va hêjiya zirar û ziyana qewimî û mexdûriyeta welatiyan hêdî hêdî tê çareserkirin.

Pêr navçeya Karliovayê navend li bajêr erdhejek qewimî, gundparêz Cengîz Pullu mir û 18 welatî jî birîndar bûbûn û bi telîmata Serokomar Erdogan va ji bo çareserkirina kêmasiyên li herêma erdhêjê kar û xebatên dest pê dikin didome.

- 998 personel sewqî herêmê hatin kirin

Li gor daxuyaniya ku Walîtiya Bîngolê da li herêmê kar û xebat di bin kordînasyona AFADê da bi hevkariya Wezaretên Hawirdor û Bajarvanî, Tenduristî, Malbat Xebat û Xizmetên Civakî û piştgiriya ekîbên cenderme, Heyva Sor, şaredarî, tîmên agirkujiyê, saziyên taybet ên tenduristiyê û saziyên civakî yên sivîl va dewam dike. Bi 127 wesayîtan 998 xebatkar sewqî cihê erdhejê hatin kirin.

- Ji bo walîtiyê 500 hezar lire pere hat cihêkirin

Ewilê ji bo Walîtiya Bîngolê bikaribe ji bo rewşa acil xerc bike 500 hezar lire pere hat şandin.

Ji bo kesên di erdhejê da mal û milkên wan zirar dîtine jî 2 hezar û 862 kon, 7 hezar û 200 deste çarşev, 3 hezar û 300 doşek, ji bo sê danan 9 hezar û 500 pakêt xwarin, 2 hezar û 232 desteyên kîlerê hatin şandin.

Li herêmê ji bo ku têkiliya ji ser têlefonan bi rihetî bê kirin jî 7 îstasyonên bazê yên gerok danîn

Walîtiyê li zarokên di erdhejê da mexdûr bûn pêlîstok belav kir û dilê wan xweş kir.

Li herêmê ji bo erdhejzedeyan kon hatin vegirtin û kesên malên wan zirar dîtine ji xwe ra di konan da dimînin û Heyva Sor a Tirk jî di çarçoveya tevdî li welatiyan rûpêş belav kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE