Mexdûrıyeta ji ber şaredariyên HDP’ê

Şaredariya Silopiyê di 8ê Tebaxê de 20 xebatkar ji kar avêtin

Mexdûrıyeta ji ber şaredariyên HDP’ê

Li Silopiya Şirnexê xebatkarên şaredariyê yên ku ji kar hatin derxistin, li pey heqê xwe ne. Di 31ê adarê de şaredarî ket destê HDP’ê û di 8 tebaxê de jî 20 xebatkar ji kar hatin avêtin.

Li şaredariyên ku di 31ê Adarê de ketine destê HDPê, neheqiyên li xebatkaran dewam dikin.

Her dawî di 8ê Tebaxê de Şaredariya Silopiya Şirnexê 20 xebatkar ji kar derxistin.

Xebatkarên ji kar hatine derxistin dibêjin ku neheqî li me hatiye kirin. Em heqê xwe dixwazin.

Konfederasyona Hak İşê û Sendîkaya Hizmet İşê jî piştgirîyê didin mexdûran.

Di 27ê Tebaxê de wê civînek were kirin. Heke jê encam dernekeve wê xebatkarên mexdûr Şaredariya Silopiyê bidin mehkemê.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE